Mirovên Hejar (Sefiller) – Victor Hugo

?EdîtorêMîlanoyî yê ku wergera îtalyanî ya Mirovên Hejar çapkiriyedîbêje ku evberhem ji bo hemî gelan hatiye nivîsîn, rast e, xebera wîye. Ez nizanimku wê pirtûk ji alî herkesî ve bê xwendin an na, lê mînew ji bo herkesînivîsandiye. Mirovên Hejar, çendî ji bo Îspanya,Fransa, Îrlanda hatibenivîsîn ewende jî ji bo Brîtanya, Îtalya,Almanya û hwd; çawa ji boîmperetoriyên ku li ser milên hejaran hatineavakirin hatiye nivîsînwiha jî ji bo komarên koledar hatiye nivîsîn.Pirsên civatî sînoran nasnakin. Birînên mirovayetiyê, ew birînênbêsînor ku hemî rûdinyê digrin,li xetên sor an hêşîn ên nexşeyan hovenadin, ranawestin qet. Li herciyekî ku nijada mirov nizan û bêhêvîye, jin ji bo nan xwe difroşe,zarok ji ber peydenekirina pirtûkekeperwerdekirinê û agirekî germ êşêdikşîne, Mirovên Hejar li derî dixe ûwiha dibêje: Ez ji bo we têm, derîvekin li min.
Di vê saeta ewende tarî ya şaristaniyetê ku em tê dedijîn, navê hejar,mirov e; ev mirov li hemî îqliman di ber ruh de ye ûbi hemî zimanandinale.?

Victor Hugo

Kitabın Künyesi
Miroven Hejar
Orjinal isim: Les Miserables
Victor Hugo
Avesta Yayınları / Klasik Dizisi
Çeviri : Yakup Karademir
İstanbul, 2001
170 sayfa

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir