Kitêbxaneya klasîkên kurdî – Ayhan Geveri

Weşanxaneya Nûbiharê îlhama xwe ji Nûbihara Ehmedê Xanî standiye û di sala 1992ê de hatiye damezirandin. Nûbiharê ji wê salê heta îro jî li ser berhemên kurdî hem bi weşangeriya xwe ve hem jî bi kovargeriyê ve gelek karên hêja pêk înane.
Wekî gelek weşanxaneyên kurdî, Nûbihar jî berhemên curbicur diweşîne lê tişta ku wê ji weşanxaneyên din cudatir dike klasîkên kurdî ne. Heta niha ji bîstan zêdetir klasîkên kurdî di nav weşanên Nûbiharê derketine û ji wan jî gelekan 5-6 çap kirine. Digel wê, Nûbiharê hin klasîkên kurdî hem bi kurdî-tirkî, hin jî bi herfên erebî çap kirine. Bi vî awayî ve jî Nûbihar ihtiyaca xwendevanên kurd ên ehlê medresê jî pêk înaye.
?Dîwan?a Melayê Cizîrî di sala 2008ê de ji aliyê Osman Tunç ve hatiye amadekirin û wergera wê ya bo tirkî jî hatiye dayîn. Bi vî şiklî ve ev berhem hem bi kurdî û tirkiyên wê yên cuda cuda, hem jî bi hevre bi sê çapan hatiye amadekirin. Ji bilî wê di sala 2010ê de bi amadekirina Selman Dilovan ve jî bi herfên latînî hatiye çapkirin. Di vê çapê de xezel û şiîrên Melayê Cizîrî li gor şeklên edebî ve hatine tesnîfkirin û li binê her rûpelê ferhenga kelîmeyên erebî û farisî hatine dayîn.

Mesnewiya kurdî
Di nava klasîkên kurdî de yek jî kitêba Feqiyê Teyran e ku ji aliyê M. Xalid Sadînî ve hatiye amadekirin. Ev berhem jî di nav weşanên Nûbiharê de berhema herî zêde dihête firotin e. M. Xalid Sadinî ji bo amadekirina wê ji gelek çavkaniyan îstifade kiriye û malûmatên girîng derheq Feqiyê Teyran daye ku ew cara pêncê ye çap dibe.
Mesnewiya kurdî ?Mem û Zîn? jî bi du xebatên cuda ve di nava vê seta klasîkan de gîhiştiye ber destê xwendevanan. Bi amadekariya Huseyn Şemrexî ve ?Mem û Zîn?a Ehmedê Xanî, dîsa bi ferhenga binêrûpelê ve, bi tehqîqek ilmî hatiye amadekirin. Ji bilî wê xebata Perwîz Cîhanî ya li ser ?Mem û Zîn?ê di vê setê de xwedî cîhek muhîm e. Cîhanî di vê xebata xwe de hem metnê ?Mem û Zîn?ê daye hem jî ferhengek berfireh û şerha beytan daye. Bi vî awayî bi şiklek akademîk û zanistî ew berhem hatiye ravekirin.
Di nav şairên kurd yên klasîk de cihê Melayê Bateyî jî gelek muhîm e û bi amadekirina M. Xalid Sadinî ve ?Jiyan, Berhem û Helbestên Wî? hatine berhevkirin. Di vê xebatê de derbareyê Melayê Bateyî ligel agahiyên girîng, destxetê ?Mewlîd?a wî û çend fotografên ku cihê qebrê Melayê Bateyî nîşan didin hene.
Dîwanek dî ya klasîk jî ?Dîwan?a Perto Begê Hekkarî ye ku ji nava Weşanên Nûbiharê derketî. Ev dîwan jî Tehsîn Îbrahîm Doskî amade kiriye ku cara pêşî di sala 2006ê li Dihokê ji nav Weşanên Spîrêzê derketiye. Bi herfên Latînî ve jî di sala 2011ê de daxilê seta klasîkên Nûbiharê bûye.
Di vê dawiyê de berhemek gelek muhîm heye ku ji nava vê seta Nûbiharê de derketî. Ew jî ?Adat û Rusûmatnameê Ekradiyeya Mela Mehmûdê Beyazidî? ye ku ji aliyê Jan Dost ve bi şiklek ciddî hatiye hazirkirin.
Di vê berhemê de orijinala berhemê jî di dawiyê de hatiye dayîn. Ew esera girîng jî di sala 2010ê de ji nav Weşanên Nûbiharê derketiye.
Berhemek dî jî ku di vê dawiyê de bi çapa duyê derketiye ?Seyfu?l-Milûk û Bedîu?l-Cemal?a Siyahpoşî ye. Ew berhema alegorîk mesnewiyek evînî û epîk e ku ji aliyê naverok û honandina xwe ve bêmînak e. Ew berhem jî Bedirxan Amedî amade kiriye.

Zimanek sivik û zelal
?Dîwan?a Seyîd Elî Findiqî ewiltirîn diwan e ku Nûbiharê çap kirî ku heta niha gelek hatiye firotin. Ji ber ku bi usûl xweş û zimanek sivik û zelal helbest hatine gotin ji nava weşanên Nûbiharê de berhema herî zêde jê hatiye hezkirin e. Ew dîwan heta niha şeş caran hatiye çapkirin.
Helbet berhêmên di nava seta klasîkan ya Weşanxaneya Nûbiharê ne tenê ev in. Ji bilî van berheman hem bi herfên erebî hem jî yên latînî zêdetir berhem hene ku me behs jê nekirî.
Kaynak: 25/05/2012 tarihli Radikal Kitap Eki

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir