Mirin (Ölüm) – Tahir Ürper

(Kürtçe Bilmeyenler İçin Not: Bu yazının Türkçesi yazının sonunda yeralmaktadır.)
Behr, dilê mirov de xweşî, tênetî û bêdengî peyda dike. Lê belê behra ku kal û pîrên ji xerîbîyên de hatin e; dibe goristan. Gora xweyî gundên kavilbuyî; gundên şewitîyî û gundên kilamên qedexekirî diveşêrin. Gava mirov pêncî salên xwe li derekî derbas bike û ji wêderê diveqete û ji çiya bikeve kêleka behrê; wê gavê dil, hiş û rastî dikeve xiyalên xwekuştî de. Gav bi gav herikîna mirovan ji bo bajaran bi xwe re tivrên gundan çêdike. Çiroka ?Behr? de Mirad û Sisê gundê xwe li nav behrê de dibînin. Li ser avê bi heta hetayê tu tişt nekare bisekine. Tiştên li ser avê disekine jî, li binî xwe de dihejîne. Bîraninên Mirad jî li ser kêleka behrê de dihejine. Pêşî bîra Sîsê tê bîra Mirad, duv re zewac, duv re xwezahîya gund, duv re xweşikbûna gund, duv re kolanên gund, duv re xanîyên gund?
Keştî di nav çavê Mirad de cihana jiyana wî ya berê diêne. Bi dengekî bilind, bi pêlên behrê ve?Mirad, êdî nasekîne û bang dike Sîsê:

?Hermet?Hermet!…Rabe serxwe, rabe. Xwedê daxwaza me qebûlkir?Eve gundê me. Rabe ser xwe em herîn..De zû.? *

Sîsê, şaş dimêne û dibêje:

?Gundê çi halê çi heyran? Ka gundê me? Tu dîsa çi dibêjî?An dîsa min dixapînî?? *

Di nav hişê Mirad de xapandin mêj ve ye Sîsê! Destê mêrê xwe bigre û here?

Lê Sisê kuve biçe? Li ber gundê xwe ve û li ber daweta xwe ve û li ber lawînhîya Mirad ve biçe gelo?

Mirad bersiva Sisê dide û dibêje:

?Na?na! Hermet ez xewnan nabînîm. De ka destê xwe bide min em herin.. Em ecele bikin..De zû em dereng nemînîn..? *

Sîsê destê Mirad digire û li ber xanîyê xwe ve diçe. Li ber şevê bûkaniya xwe ve diherike û li ber pêlên zaroktîya xwe ve dimeşe û difetise.

Ez ê niha li ser çiroka ?Ode? bisekinim. Ode ji çar diwaran pêktê. Derî ji mirovên bindest û mihaciran re carnan azadî diêne, carnan bêkesî diêne, carnan jî agir diêne. Demsala zivistan li gel êş û elem ji mirovên penaber û bindestan re zilmekî bêhempa diêne. Romantîzm maye berhemên Hugo de, vir odeyekî qulfkirîye. Sarbuna mihaciran, xetîmandinek ji hêvîyê re diêne. Hêvî têra cemed nake. Dibêjin agir dijminê cemed e. Vî odeyê de dijmin bi serî xwe leşe. Ji wî leş xilasbûn, azadî diêne ji wan re. Der û doran re zehmetî û bêaramî diêne. Leş qirin dike, lê tu kes hawara wan nayê û naên jî. Tarîya şevêde hawarkirina li der û doran; li bajarê kapitalizmê de qirînekî bêhevîye. Jiyana vî bajarî ku emperyalizm xemilandîye, kuştinekî bi veşartî dike para pênaberan û bindestan.
Em hemû jî dizanîn mirovên bindest û mihacir bêçarene. Serdestî di hêdî hêdî wan dike nav çar dîwaran de. Pêşî pereyên wan distêne, duv re keys li wan dike û desthilatdar; daxwazên xwe di wan dide qebûl kirin.

?Hêrsa xwe di nav zingezinga diranên xwe de helandibûn û ji bêçaretîyê her tişt qebûl kiribûn.? *
Ode sar bû û zivistan herdem li ba wan bû. Pêşî agir berdan hin rojnamayên berê, pêta agir li wan xweş dihat. Wan rojname bixwandivan, tê temenê wan dirêj bûban. Lê belê rojname şewitandin û emrê wan kurt bû. Pêta êgir hêdî hêdî li ber vemirî ve diçû. Gava agir bibihre; hêvî jî li ba wan tê bibihre. Lewma yek ji wan civanan kurtikê xwe diavêje di nav agirê bêxêr de û pêta êgir li çar dîwaran belav be. ?Bi dengê pencerê re, çend cîran ji xewê rabûbûn û digotin qey ba û bagerê xaniyek daye ber xwe û biriye?Ji bilî du sê çavên dudil, kesî li vê odeyê nedinêrî? * Tu caran nanêrin jî û ew tê dûkela tarîde bifetisin.
Hemû çirokên di pirtûka ?Mirin? de bi mirin dawî dibe. Çîroka ?Mirin? de kesek li ser ranzeyê diratbe û piştî vekirina şanzdeh derîyan derdikeve ji derve. Peşî şaş dibe û duv re diçe sukê. ?Li rastê sê hevalên xwe yên kevin? * tê. Ji wan re digot: ?Li qusurê nanêrin, eceleya min heye, divê ez bigihêjim derekê?!? * Derek; goristan e. Zilam, li goristanê rastî lehengên ku yên çirokên dîn de hatîn kuştin yan ji mirîne tê.
Di pirtûka ?Mirin? de navê çîrokên dîn ev in: Resim, Cendek, Hesp, Bîr, Berf, Berjîn û Guhar.

Nivîskar: Tahir Üper
Kulûba Xwendinê Ya Diyarbekir
(Navenda Hunerê Ya Diyarbekir)

Jêgirtin: * Mirin

Navdanka Pirtûkê:
Mirin
Evdile Koçer
Weşanxwaneya Aram
Rûpel: 79

YAZININ TÜRKÇE ÇEVİRİSİ
Mirin (Ölüm)
Deniz, insanın yüreğinde güzellik, yalnızlık ve sessizlik yaratır.Fakat yaşlı erkek ve yaşlı kadının içinde bulunan denizin gurbetten gelmesi; beraberinde mezarlık getirir. Yıkık köylerin sahiplerinin mezarı; yanmış köyleri ve yasaklanmış türküleri saklar. Eğer kişi elli yılını bir yerde geçirirse ve oradan kopartılırsa ya da dağdan deniz kenarına bırakılırsa; o zaman yürek, düşünce ve gerçek kendini öldüren hayallerin içine düşer. İnsanların akın akın kentlere göç etmesi; beraberinde köyleri mezarlık haline getirir. ?Deniz? öyküsünde Mirad ve Sîsê köylerini denizin içinde görürler. Suyun üstünde hiçbir şey sonsuza kadar duramaz. Suyun üstünde duranlar ise, alttan sallanırlar. Mirad?ın hatıraları da deniz kenarında sallanır. Önce Sîsê gelir akla, sonra evlilik, sonra köyün doğal güzelliği, sonra köyün sokakları, sonra köyün evleri?
Gemi, Mirad? ın gözünde yaşadığı eski dünyayı getirir. Yüksek sesle, denizin dalgaları ile? Mirad, artık durmaz ve Sîsê ye seslenir:

?Hanım? Hanım! Kalk ayağa, kalk. Allah dileğimizi kabul etti? İşte bu köyümüzdür. Kalk ayağa gidelim? Çabuk hadi!? *

Sîsê, şaşkındır ve şöyle der:
?Ne köyü ne hali kurban olduğum? Hani nerde köyümüz? Yine ne diyorsun? Yoksa beni yine kandırıyor musun?? *

Mirad?ın içinde aldatma duygusu çoktandır var Sîsê! Kocanın ellerini tut ve git!

Fakat Sîsê nereye gitsin? Köyüne mi? Düğününe mi? Yoksa Mirad? ın gençliğine mi gitsin?

Mirad, Sîsê ye cevap verir:

?Yok? yok! Ben rüya görmüyorum hanım. Hadi ellerini ver gidelim? Acele edelim? Hadi çabuk geç kalmayalım?? *

Sîsê, Mirad? ın ellerini tutar ve evine doğru yürür. Gelin olduğu geceye doğru yürür, çocukluğunun dalgalarına yürür ve orada boğulur.

?Oda? adlı öyküye gelince. Oda dört duvardan oluşur. Kapı esir ve mülteci olan insanlar için bazen özgürlük, bazen sahipsizlik, bazen de yangın getirir. Kış mevsimi, mülteci ve esir insanlara acı ve kederle beraber tarifsiz bir zulüm getirir. Romantizm Hugo? nun eserlerinde kalmıştır artık, burası kilitli odadır. Üşüyen mülteciler; umuda tıkanıklık getirir. Umut, buza yetmez. Diyorlar ki ateş buzun düşmanıdır. Buradaki oda da düşman beden olmuştur. O bedenden kurtulmak onlara özgürlük getirir bir yerde. Çevreye sıkıntı ve huzursuzluk getirir. Beden haykırır, fakat hiç kimse onların imdadına gelmez ve gelmezlerde. Karanlık gecede çevreye haykırmak; kapitalizmin şehrinde umutsuz kalır. O şehrin hayatı- ki emperyalizmle süslenmiştir- mültecilerin ve esirlerin payına, saklı bir cinayet olarak düşecektir.
Hepimiz şunu çok iyi biliyoruz; mülteciler ve esirler çaresizdirler. İktidar, onları yavaş yavaş dört duvarın içine hapseder. Başta paralarını alır, sonra iktidar; bütün isteklerini onlara kabul ettirir.

?Çaresizliklerinden dolayı her şeyi kabul etmişlerdi ve kızgınlıklarını, gıcırdayan dişlerinin arasında çaresizce eritmişlerdi.?*

Oda soğuktu ve kış her zaman onlarla birlikteydi. Başta bazı eski gazeteleri yaktılar ve ateşin alevi onlara hoş gelirdi. Gazete okusaydılar ömürleri uzun olurdu. Fakat gazeteyi yaktılar ve ömürleri kısa oldu. Ateşin kıvılcımı sönmeye yüz tutmuştur. Eğer ateş biterse; onlarda umut ta biter. Bu nedenle gençlerden biri gömleğini ateşe atar. Ve alevler dört duvara yayılır. ?Pencereden yayılan sesle, birkaç komşu uykudan kalkarlar ve ev, sanki fırtına almış ve götürmüş gibi duruyordur. Birkaç tereddütlü gözden başka, hiç kimse bu odaya bakmadı.?* Hiçbir zamanda bakmayacaklardır ve onlar kara dumanda boğulacaklardır.
Evdile Koçer? in Mirin(Ölüm) adlı öykü kitabındaki bütün öyküler ölümle biter. Mirin adlı öyküde bir kişi ranzadan kalkar ve açılan on altı kapıdan sonra dışarı çıkar. Önce şaşırır ve sonra çarşıya gider. Adam ?üç eski arkadaşa rast gelir?.* Onlara şöyle der: ?Kusura bakmayın, acelem var, bir yere varmam gerekir?!?* Bir yer; mezarlıktır. Adam mezarlıkta diğer öykülerin ölmüş karakterlerine rast gelir.
Mirin adlı öykü kitabındaki diğer öykülerin isimleri şunlardır: Resim, Cendek ( Ceset ), Hesp ( At ), Bîr ( Kuyu ), Berf ( Kar ), Berjîn ve Guhar ( Küpe )

Yazan: Tahir Ürper

Kulûba Xwendinê Ya Diyarbekir
(Diyarbakır Sanat Merkezi)

Alıntı:
* Mirin ( Ölüm )

Kitabın Künyesi:
Mirin
Evdile Koçer
Aram Yayınları
Yılı: 2006
79 sayfa

Bir yorum

  1. Çok güzel bir yazı.Başarılarının devamını dilerim Tahir Bey.Dıkşa dıkşa 😀

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir