Benim Kawam – Kawaye Min – Hazırlayan: Bülent Ulus

Çığlığın Destanı Kawa

Yayınevimizce iki dilli (Kürtçe-Türkçe) olarak hazırlanan “Benim Kawam-Kawayê Min” (Bülent Ulus) kitabı, “Benim İstanbul’um” (Adnan Özyalçıner), “Benim Nasrettin Hocam” (Sennur Sezer) serisinin üçüncü ve Kürtçe Kitap dizisinin 15’inci kitabı.

“Benim Kawam”da, Ahmet Tulgar, Cîhan Roj, Çiya Mazî, Dilawer Zeraq, Fehîm Işik, Halil İncesu, Kawa Nemir, Lal Laleş, Mehmet Atlı, Murad Canşad, Receb Dildar, Sennur Sezer, Vecdi Erbay, Yaqop Tilermanî, Zeynelabîdîn Zinar dünden bugüne taşınan kendi Kawa’larını “bizim Kawamızı” yazdılar. Her yazarın kendi anadilinde yazdığı Benim Kawam’ın çevirilerini ise, Dilawer Zeraq (Kürtçeden Türkçeye) ve Davut Özalp (Türkçeden Kürtçeye) gerçekleştirdi. (Tanıtım Bülteninden)

Qêrîna hezar salên jiyanê – Fehim Işık
(25/05/2012 tarihli Radikal Kitap Eki)
Em her yek takekesên komeke ne. Her weha hinek ji me, bi gelek nasnameyên xwe ve, xwedî komên gelek cûda ne jî. Ango bi gotineke din, ne tenê nasnameya qewmî, her weha nasnameya cinsî û civakî jî li ser takekesan bandora xwe datîne. Ev yeka, her weha cûdahiya ray û ramanên kesan jî bi xwe re çêdike. Nivîskar jî ji vê yekê bêpar nînin.
Weşanxaneya Evrenselê, berî niha çend salan vê cûdahiya nivîskaran anî ber çav û ji her nivîskarek daxwaza nivîsîna cîhana wan kir. Di destpêkê de cîhana wan ê Stenbolê ji wan pirsî. Her nivîskarek qelema xwe girt destê xwe û destpê kir, Stenbola xwe nivîsand. Kitêba ?Benim İstanbul ?um? (Stenbola Min) ji cûdahiya cîhanên nivîskaran derket holê; her yek Stenbola xwe ya gelek ji hev cûda nivîsandin. Ji bo hinekan kevirên Stenbolê ne zêrbûn, lê Stenbola wan ciyê berxwedana çînî bû; ji bo hinekan jî Stenbol heft girên mezin bû, Çamlica bû. Lê ji hinekan re jî Beyoğluya warê kêf û şahiyê bû, Stenbol.

?Cîhana nivîskaran?
Ev rêza cîhana nivîskaran bi Stenbolê ve nema. Piştî pirtûka ?Stenbola Min? ev car nivîskarên cûda, Nesreddîn Xoceyên xwe nivîsandin. Kitêba ?Benim Nasreddin Hocam? (Nesreddîn Xoceyê Min), her weha gelek rengên cûda yê Nesreddîn Xoceyê ku di nav kurdan de jî wekî ?Melayê Meşhûr? tê zanîn derxist holê. Ew nuktedanê cîhanê, di devê tirkan de bibû Nesreddîn Xoce, di devê kurdan de jî Melayê Meşhûr bû. Lê me dît ku nasnameya nuktedanê cîhanê, her weha di devê her nivîskarek de xwedî nasnameyên gelek cûda ye jî.
Ev rêza ?cîhana nivîskaran? yê Weşanxaneya Evrenselê, bi pirtûka ?Kawayê Min? domkir. Heta ?Kawayê Min?, zimanê pirtûkan tenê bi tirkî bû. Di ?Kawayê Min? de ev jî gûherî û ev car pirtûkeke dû zimanî, ango pirtûkeke kurdî û tirkî derket holê.
?Kawayê Min?, her weha qêrîna hezar salên kurda ye. Her nivîskar vê qêrîna kurda ji cîhana xwe dûr negirtiye. 15 nivîskarên vê pirtûkê ku ji alî Bülent Ulus ve hatiye amadekirin, ango Ahmet Tulgar, Cîhan Roj, Çiya Mazî, Dilawer Zeraq, Fehîm Işik, Halîl Încesu, Kawa Nemir, Lal Laleş, Mehmet Atli, Murad Canşad, Receb Dildar, Sennur Sezer, Vecdî Erbay, Yaqop Tilermanî û Zeynelabîdîn Zinar, vê qêrîna kurdan di nêrînên xwe yên cîhana takekesî de jî anîne ziman. Hinek ji wan, qêrîna hezar salan yê Kawayê Hesinkar şibhandiye qêrîna Orhan Doğan, an jî vê qêrîna carina bi riya Zîndana Amedê, carina jî bi riya Zekiye Alkana ku li ser bircên Amedê xwe rojekî Newrozê sotandibû, aniye ziman.

Mîtolojiya Kawayê Hesinkar
Wekî ku me di serî de got, herkesek xwedî cîhanek cûda ye. Ev yeka, di pirtûkên takekesî de nayêne dîtin. Her nivîskarek di pirtûka xwe de jiyana xwe dinivîsîne, hestên xwe tîne ziman û xwendekar jî mecbûr dimîne tenê bi wan nêrîn û hestên nivîskar ve mijûl dibe. Lê di pirtûkên ku ji alî gelek kesan ve hatiye nivîsandin de, ev yek bi rengekî din derdikeve holê. Her çiqas babet yek be jî, naverok bi qasî hejmarên nivîskaran zêde dibin. Kawayê Min de jî wisa bûye.
Wekî di pêşgotina pirtûkê de jî hatiye gotin, ?dema ku mijar Kawayê Hesinkar û tekoşîna wî be, qutkirina wê ya ji wateya ku gîhandiye roja me jî bêîmkan dibe.? Hemû nivîskar, lê her yek bi rengekî din vê tekoşîna Kawayê Hesinkarê ku li hember Dehaqê xwînxwar berxwe daye û serfiraz bûye, ji ber çavan nerevandiye. Ji ber vê yekê ye ku hinek ji nivîskaran, mîtolojiya Kawayê Hesinkar bi qelemên xwe yên hosta bi roja me ve girêdaye û di navbera hezar salan de pirekî afirandiye.

?Kawayê Min?, Benim Kawam, farklı yazarların Kürtlerin kadim efsanesi Demirci Kawa?yı merkeze koyarak, kendi dünyalarında yarattığı imge üzerine kurdukları hikâyelerden oluşuyor.

Kitabın Künyesi
Benim Kawam – Kawaye Min
Hazırlayan: Bülent Ulus
Evrensel Basım Yayın / Kürt Tarihi ve Kültürü Dizisi
İstanbul, Mart 2012, 1. Basım
Kürtçe,Türkçe
184 sayfa

Yorum yapın

Daha fazla Kürt Edebiyatı
Yol / Re: Dersim İnanç Sembolizmi (Antropolojik Bir Yaklaşım) – Dilşa Deniz

Dersim, kendine mahsus bir dünya. Üst başlıklardan taşan, Kürtlerle, Zazalarla, Alevilikle ilgili etno-dinsel ve kültürel tasniflere sığmayan bir yanı var....

Kapat