Dayika Wêrîn Û Zarokên Wê (Cesaret Ana ve Çocukları) ? Bertolt Brecht

Bertolt Brecht?in 1939 yılında kaleme aldığı ünlü oyunu ?Cesaret Ana ve Çocukları?, dramaturji notları ile beraber ilk kez Kürtçe-Kurmancî?de.

Dayika Wêrîn Û Zarokên Wê, di dîroka teatroyê de yek ji lîstîkên herî baş ku li dijî şer e. Brecht û hevalên wî di 1939?a de ji dagiriya Naziyan direvin û derbasî Swêd dibin. Piştî vê bi 5 mehan, Almanya Polonyayê îşgal dike. Û Brecht bi hêrsa li hemberî vê îşgalê Dayika Wêrîn Û Zarokên Wê dinivîse. Ev lîstika ku babeta wê têsîra wêranker a şerên Ewropayê ye, xefleta çîna navîn ku dixwaze ji şer fêde bigire rexne dike. Ev lîstik li Almanayayê encax di sala 1949?a de weke lîstika ewil a Berliner Ensembleyê tê pêşkêşkirin.

Lîstik, di hengama şerên sîsalî, 1624-1636 de derbas dibe. Dayika Wêrîn, Anna Fierling, ligel sê zarokên xwe yên ku bêyî nikah peyda bûbûn, û her yek ji mêrên cuda cuda bûn, li qada şer digere. Bi erebeya xwe ya bi şeklê konê ku wek dukanekê bi kar dianî, ji leşkeran re tiştan difroşe û debara mala xwe dike. Di tevahiya lîstikê de, têdikoşe ku zarokên xwe ji şer biparêze, lê zarokên wê yek bi yek têne kuştin; şerê ku zikê wan têr dikir, riya mirina wan jî vedike: Schweizerkas (Pênêrê Swîsre) dibe qurbanê duristiya xwe, Eilif qurbanê wêrekiya xwe, Kattrin jî dibe qurbanê mihribaniya xwe. Dawiya lîstikê de Dayika Wêrîn tenê maye, êdî erebeyê bi xwe dikêşe û qirardar e ku dê dewamê li rê bike.
(Tanıtım Yazısı)

Lîstika Bertolt Brecht a navdar ?Dayika Wêrîn Û Zarokên Wê? ji terefî Weşanên Bgst, bi Kurmancî hate çap kirin.
Dayika Wêrîn û Zarokên Wê, di dîroka teatroyê de yek ji lîstîkên herî baş ku li dijî şer e. Brecht û hevalên wî di 1939?a de ji dagiriya Naziyan direvin û derbasî Swêd dibin. Piştî vê bi 5 mehan, Almanya Polonyayê îşgal dike. Û Brecht bi hêrsa li hemberî vê îşgalê Dayika Wêrîn û Zarokên Wê dinivîse. Ev lîstika ku babeta wê têsîra wêranker a şerên Ewropayê ye, xefleta çîna navîn ku dixwaze ji şer fêde bigire rexne dike. Ev lîstik li Almanayayê encax di sala 1949?a de weke lîstika ewil a Berliner Ensembleyê tê pêşkêşkirin.
?
Bi qezenc û xetereya xwe
Şer e ev, qet naqede.
Şer e ev, dikare sed salî jî bidome
Qezencê nayne ji mirovên ji rêzê re
Tiştê ku dixwe pîsîtî,
Tiştê ku li xwe dike jî ji talanê bermayî!

Lîstik, di hengama şerên sîsalî, 1624-1636 de derbas dibe. Dayika Wêrîn, Anna Fierling, ligel sê zarokên xwe yên ku bêyî nikah peyda bûbûn, û her yek ji mêrên cuda cuda bûn, li qada şer digere. Bi erebeya xwe ya bi şeklê konê ku wek dukanekê bi kar dianî, ji leşkeran re tiştan difroşe û debara mala xwe dike. Di tevahiya lîstikê de, têdikoşe ku zarokên xwe ji şer biparêze, lê zarokên wê yek bi yek têne kuştin; şerê ku zikê wan têr dikir, riya mirina wan jî vedike: Schweizerkas (Pênêrê Swîsre) dibe qurbanê duristiya xwe, Eilif qurbanê wêrekiya xwe, Kattrin jî dibe qurbanê mihribaniya xwe. Dawiya lîstikê de Dayika Wêrîn tenê maye, êdî erebeyê bi xwe dikêşe û qirardar e ku dê dewamê li rê bike.

Bertolt Brecht, (1898, Augsburg ? 1956, Berlîn). Helbestvan, nivîskarê lîstik û derhênerê teatroyê yê Alman e. Helbestên wî yê ewil di 1913?an de di rojnameya dibistanê de tê weşandin û piştî salekê jî di rojnameyên mehelî de nivîsên wî derdikevin. Demekê dest bi perwerdehiya tenduristiyê dike. Di şerê Yekem ê Cîhanê de wî distînin leşkeriyê û di nexweşxaneyê de dest bi wesîfê dike. Perwerdehiya tenduristiyê di nîvî de dihêle û di 1924?an de diçe Berlînê. Îmkanê dibîne ku bi hunermendên nav û deng ên wê demê, weke Carl Zuckmayer, Max Reinhart ve Helena Weigel re bişuxile. Di 1926?an de bi diyalektîk materyalîzmê eleqedar dibe, li zanîngehê têkîldarî dersen li ser vê mijarê dibe; xebatên lêkolînê li ser fonksiyona teatroyê bo guherîna dinyê û avakirina sîstemeke adil dike. Piştî bi derhênerê teatroyê Erwin Piscator û awazsaz Kurt Weill re dinasin, ceribandinên ewil ên feraseta epîk teatroyê pêktîne. Piştî li Almanyayê Nazî tên rêveberiyê, di sala 1933?an de Almanyayê terk dike. Ewil diçe Swîsre paşî diçe Danîmarkayê. Lîstikên xwe yên bi nav û deng di van salên sirgûnê dinivîse. Di 1939?an de, ji ber ku Danîmarka dikeve bin tehtîda Almanyayê, ewil diçe Fînlandiya paşê jî di sala 1941?ê de diçe DYA (Amerîka). Hin lîstikên wî wergerî Îngilîzî dibe û li Amerîkayê tê lîstin. Brecht di 1947?an de li DYA?yê, di bergeha nêçîra komunîstan a rejîma McCarthy, ji terefî ?Komisyona Lêpirsîna Çalakiyên Dijî Amerîkayê? îfadeya wî tê girtin. Piştî vê bûyerê Amerîkayê terk dike. Bi banga rêveberên Komara Demokratîk a Alman, diçe Berlîna Rojhilat bi cih dibe û di sala 1948?an de bi Helena Weigel re koma teatroyê ya bi navê Berliner Ensemble ava dike. Di bihara 1956?an de nexweş dikeve û piştî demeke kurt li Berlînê jiyana xwe ji dest dide.

Kitabın Künyesi
Dayika Wêrîn Û Zarokên Wê
(Lîstık Notên Dramatûwrjıyê)
Orjinal isim: Mutter Courage und ihre Kinder
Bertolt Brecht
Bgst Yayınları / Piraniya Çandî Dizisi
Yayına Hazırlayan : Ayşan Sönmez
Redaksiyon : Sami Tan
Mizanpaj : Meltem Aravi
Çeviri : Ergin Öpengin, Hekîm Kılıç
2008 yılı
223 sayfa

“Cesaret Ana ve Çocukları” kitabını Türkçe okumak için TIKLAYINIZ

Yorum yapın

Daha fazla Kürt Edebiyatı
Dersim ? Koçgiri / Mehmet Bayrak

Dersimle ilgili yaptığı araştırmalardan bildiğimiz Mehmet Bayrak, ?Dersim-Koçgiri? adlı bu kapsamlı çalışmasında, 1921 ve 1937-38?de gerçekleştirilen Koçgiri ve Dersim katliamlarını...

Kapat