Diwana Feqiye Teyran – Seid Dereşi

Feqiyê Teyran’ın beklenen Dîwan’ı yayınlandı!

Kalplerin fakihi, klasik Kürt şairi Feqiyê Teyran’ın birçok kimsenin uzun zamandır beklediği Dîwan’ı, Seîd Dêreşî’nin zorluklar ve sıkıntılarla dolu araştırma ve hazırlama çalışmalarından sonra, Dewlet Elî’nin Arap harflerinden Latin harflerine transkripsiyonu ve Kawa Nemir’ın editörlüğüyle, Lîs Yayınevi tarafından basıldı. Seîd Dêreşî’nin efsanevi Kürt şairi Feqiyê Teyran’ın külliyatı üstüne yaptığı bu geniş çalışmanın, üç büyük Kürt şairden olan Feqiyê Teyran’ın eserlerinin toplamı babında, esere detaylı bir şekilde bakıldığında, bu alanda büyük bir boşluğu dolduracağı, Feqiyê Teyran’ın eseri etrafında dönen yanlışlıkları ve talanı ortadan kaldıracağı û araştırma ve inceleme yapan birçok yazarın belge ve bilgiye dayanmadan oraya buraya çektiği bu konuya şimdilik son noktayı koyacağı rahatlıkla belirtilebilir.

Güney Kürdistanlı yazar ve araştırmacı Seîd Dêreşî, Feqiyê Teyran üstüne yaptığı ve on yıldan fazla süren araştırma çalışması boyunca, Feqiyê Teyran’ın eksiksiz divanını toparlayabilmek için, yüzyıllar boyunca elden ele dolaşan ve ülkede ve dış ülkelerde çeşitli yerlere dağılan seksenden fazla el yazmasına ulaşmış, Feqiyê Teyran’ın eserleri; Beyta Şêxê Sen’anî,Bersîsê ‘Abid, Beyta Zembîlfiroş, Beyta Dimdim, Beyta Dilî, Helbesta Berêkanê, Ey Av û Av, Îro Ji Dest ‘Husna ‘Hebîb, Îro Werin Lêzim Werin, Feqe û Bilbil, Ellah Çi Zatek E’hsen e, Qewî Îro Ze’îfhal im, Bi Çar Kerîman, Ellah Se’hergeha Ezel, Ez Çi Bêjim?!, Ay Dilê Min!, Ey Dîlberê Ey Dîlberê, Bizan Ku Min Yar Tu yî, Ji Rengê Dilbera ‘Hurî, Xudawenda Gunehkar im, Di Xewna Xo Da Min Dî Gulek, Ordeka Ava Cizîrê, ‘Ebdiyel’isyan, Ji ‘Işqa Te ve Fesla Biharê Cennetê’nin standart metinlerini oluşturmak için eşsiz bir çalışma yapmış ve artık bu eserden sonra, Kürt okuyucular ile Kürt araştırmacılar, yazarlar ve edebiyat tarihçileri , Feqiyê Teyran’ın eserinden daha anlaşılır sonuçlar ve daha açık anlamlar çıkarabilecekler.

Feqiyê Teyran’ın yaşamı, el yazmaları yoluyla günümüze kadar gelmiş ve dillere destan olmuş adları û mahlasları hakkında kapsamlı bir önsöz, şiirlerinin metinleri, 2409 dipnot, Feqiyê Teyran hakkında halk arasında söylenegelen hikâyeler, kapsamlı bir sözlük, bulunmuş birçok elyazmasının bazı fotokopilerini, kaynakça ve dizin içeren Dîwana Feqiyê Teyran, toplam 640 sayfa.

Seîd Dêreşî’den eşsiz bir eser û Lîs Yayınevi’nin güzel baskısıyla!

KÜRTÇESİ
Dîwana Feqiyê Teyran a çaverê kirî derket!

Dîwana helbestkarê Kurd ê klasîk, feqiyê dilan, Feqiyê Teyran, a ku ev ji zû ve bû gelek kesan çaverê dikir, li dû lêkolîn û amadekirina tijî zorî û zehmetî ya Seîd Dêreşî, bi tîpguhêziya ji tîpên Erebî bo tîpên Latînî ya Dewlet Elî û bi edîtoriya Kawa Nemir, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate çapkirin. Ev xebata Seîd Dêreşî ya berfireh a li ser kuliyata Feqiyê Teyranê helbestkarê Kurd ê efsaneyî, der barê sercema berhemên Feqiyê Teyranê yek ji sê gewreyên helbestkar ên Kurd de, ku mirov bi hûrgilî li berhemê binihêre, mirov dikare pirr bi hêsanî bibêje ku dê di vî warî de valahiyeke gelekî mezin dagire, çewtî û talana li ser berhema Feqiyê Teyran ji navê bibe, rastiyê dabîn bike û bo niha niqteya dawî dayne ser vê babeta ku gelek lêkolîner, lêgerîner û nivîskaran bê belge û sened bi vir de bi wê de birine û anîne.

Nivîskar û lêkolînerê Kurd ê ji Başûrê Kurdistanê, Seîd Dêreşî, di nava xebata xwe ya lêkolînê ya li ser Feqiyê Teyran a bêtirî deh salan re, ji bo ku dîwana Feqiyê Teyran a kok û kamil bide hev, xwe gihandiye bêtirî heştê destnivîsên ku di nava bi sedan salan re ji ber hev hatine girtin û li welêt û li welatên dereke belav bûne, ji bo ku deqên yekgirtî yên berhemên Feqiyê Teyran, Beyta Şêxê Sen’anî,Bersîsê ‘Abid, Beyta Zembîlfiroş, Beyta Dimdim, Beyta Dilî, Helbesta Berêkanê, Ey Av û Av, Îro Ji Dest ‘Husna ‘Hebîb, Îro Werin Lêzim Werin, Feqe û Bilbil, Ellah Çi Zatek E’hsen e, Qewî Îro Ze’îfhal im, Bi Çar Kerîman, Ellah Se’hergeha Ezel, Ez Çi Bêjim?!, Ay Dilê Min!, Ey Dîlberê Ey Dîlberê, Bizan Ku Min Yar Tu yî, Ji Rengê Dilbera ‘Hurî, Xudawenda Gunehkar im, Di Xewna Xo Da Min Dî Gulek, Ordeka Ava Cizîrê, ‘Ebdiyel’isyan, Ji ‘Işqa Te û Fesla Biharê Cennetê pêk bîne, xebateke bê hevta dilsozane kiriye û êdî piştî vê berhemê, dê xwendevanên Kurd û lêkolîner, nivîskar û dîroknasên wêjeyê yên Kurd bişên encamine zelaltir, watene fesîhtir ji sercema berhema Feqiyê Teyran derxin.
Dîwana Feqiyê Teyran a ku tevî pêşgotineke berfireh a li ser jînenîgariya Feqiyê Teyran, nav û bernavên wî yên ku bi riya destnivîsan hatine, li ser zar û zimanan mane, deqên helbestên wî, 2409 têbîniyan, serhatiyên der heqê Feqiyê Teyran de, ferhengeke dorfireh, sûretên gelek destnivîsên peyda bûyî, lîsta jêderan û war û navdaran, sercem 640 rûpel e.
Berhemeke bê hevta, ji Seîd Dêreşî û bi çapeke xweşik ji Weşanxaneya Lîsê!

(Tanıtım Bülteninden)

Kitabın Künyesi
Diwana Feqiye Teyran
Seid Dereşi
Lis Basın Yayın / Kürdewar Araştırmalar Dizisi
Kapak Tasarımı: Şener Özmen
Editör:Kawa Nemir
İstanbul, Mayıs 2011, 1. Basım
640 sayfa

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir