Lehî – Firat Cewerî

(*) ?Birini Öldüreceğim? romanının devamı niteliğindeki ?Lehî?de Kürtçenin en çok okunan yazarlarından Firat Cewerî, Diana?nın ve Yazar?ın hayatına odaklanıyor. Temo?nun trajedisine okuru yeniden ortak ediyor. Diana?ya ne oldu? Temo birilerini öldürebildi mi? Onları nasıl bir yazgı bekliyor?

Firat Cewerî bi vê romanê, tovê alegoriyeke netewî davêje nav rih û canê edebiyata kurdî.
?Çareserî? bêjeyeke wuha ye ku mirov bi mahneya wê ya diyarkirî razî be, wê serê mirov ji belayê dernekeve. Bi bêjeya çareseriyê qesta min, ne pirs û ne jî bersivdayîna pirsan e; jixwe rewşa edebiyata modernîst û postmodernîst, gelek vekirî ye û ji wê rewşê jî gelekî wêdetir e. Di edebiyata modernîst û postmodernîst de pirs û bersiv alavên metin in û ji wî alî ve divê ji her metnî re jî çareseriyek bête dîtin. Pêvajoya hilbirîna metin, di heman demê de pêvajoya çareseriyên astengên metin in jî. Ku ew cure xwendin rast be, hindê metin bixwe jî ne çareserî ye; metin, weke kartoleke ku kefa destê mirov dijwar dişewitîne, asteng e. Ku em bi îfadekirineke din bêjin, çareserî û astengî du alavên metin in û metin bi wan herdu alavan re dîsa xwe vediguhêze asteng û çareseriya astengan. Di wê mijara ku em lê hûr û kûr dibin de tu carî mahneya çarseriyê û çareserî ne heman tişt in.
Xwendevanên ku vegotina Firat Cewerî ji nêz ve dinasin, wê van gotinên min erê bikin da ku, di hilbirîna metnê Cewerî de sê têgeh weke destbirakên rêwîtiya vegotinên wî tim û daîm derpêşî xwendevanan dibin. Etîk, estetîk û îdeolojî. Ji etîk û estetîka vegotinê wêdetir îdeolojî weke kirdeyê ?xwedî niyet? di nava metin de xwe ji xwendevan û xwe ji niyeta metin vedişêre. Loma di vegotina Cewerî de çîrok tim û daîm derdikeve pêşiya alavên vegotinê û vegotin bi hêza çîrokê diherike. Bêguman bi vê teşeyê jî Cewerî ji xwe re mahneyeke taybet diafirîne û ew mahne, bi gelek xisûsiyetên xwe mahneyeke xweser e jî.
Îdeolojî ji bo Cewerî, di nav têkiliyên civakî de, ne ciyek e, ji ciyekî wêdetir ji bo perspektîfeke edebî keysek e. Loma, îdeolojiya ku di şexsiyeta lehengan de derdikeve pêş ne îfadekirina îdeolojiya nivîskar e, bivê nevê di pêvajoya hilbirîna metin de îdeolojiya estetîkî ye. Nakokiya vê rewşê, him metnê Cewerî derdixin asta hunerê, him jî nasnameya wî ya koçberî (sirgûnê) bi xetên sor destnîşan dikin.
Helbet ew cure destnîşankirin mirov dipengizîne qiraxa xeternaka edebiyateke ?saf? û safî. Ew dereveke akademîk e û mebesta wê jî, ew e da ku kakilê vegotinê ji dîrok û siyasetê veqetîne. Û dîsa helbet edebiyat ne siyaset e, lê edebiyat, bi hezar tayî girêdayî rewşa însan ya di nav jiyanê de ye.
Lehî navê romana dawî ya Firat Cewerî ye, berdewama romana ?Ez ê yekî bikujim? e. Kesên ku gotarên min yên di derheqê ?Ez ê yekî bikujim? de xwendibin wê bê bîra wan, di wan gotaran de min ?Ez ê yekî bikujim? weke du beşên ji hev cûda bi nav kirîbû. Û ya rastî jî heya ku min Lehî nexwendîbû, ez di wê fikrê debûm. Lê piştî Lehiyê divê ez hinekî hizira xwe di ber çavan re derbas bikim.
Weke tê zanin ?Ez ê yekî bikujim? bi vegotineke psîkolojîk, sosyolojîk û antropolojîk dest pê dikir û xwendevan di atmosfereke gelek serkeftî de, rêwîtiyek bi lehengê romanê, bi Temo re li kuçe û kolanên bajêr, ew bajarê ku ji serî heya binî hatibû guhertin, digeriya û bi meraqeke mezin li benda qewimandina biryara wî radwestiya. Temo kes nedikuşt û li derekê leqayî lehengê din, leqayî Dîanayê dihat. Dîana, jineke qahpik bû û Temo di nav rewşa xwe ya dijwar de bi şiklekî dervayî hişmendiya psîkolojîya xwe eleqeyekê (normal/mirovî) nîşanî Dîanayê dida. Weke du takekesên ku di jiyana normal de ciyê wan nema be, weke du takekesên ku di nav jiyanê de bikêrî tu tiştî nayên û li qedera xwe digerin, rûkelî hevûdû dibûn. Çîrok diherikî, belayek dihat serê Temo û Temo keysa xwe ya di nav vegotinê de winda dikir û bi navê Nivîskar, lehengekî nû dibû hevalê rêwîtiya Dîanayê. Herçiqas di fînala romana pêşî de Temo, dîsa bi şiklekî daxilî nav çîrokê dibû jî, ew bûyer ji bo min ne xwedî wateyeke kanîbûne bû.
Lê, bi romana Lehî re her tişt bi kirasê edebî, di nav cîhana romanê de tê li ciyên xwe yên watedar rûdinê. Ez ê behsa çîroka Lehiyê ji we re nekim. Na xêr. Hûnê herin, ji xwe re romanê bi şiklekî bi dest bixin û bixwînin.
Di vê danasîna kurt de ez ê behsa kat, kod û şîfreyên cîhana romana Lehî bikim. Hema ez ê gotina xwe ya paşî, di serî de eşkere bikim ku ?Lehî?, tevlî ?Ez ê yekî bikujim?, Alegoriyeke netewî ye. Gava ku em li kul û derdên lehengê herdu romanan dinêrin du tişt weke ?ewkê bireser? derdikevin pêş. Yek, exlaqê desthilatgiriya civakî ye ku ji serî heya binî neyarê kategoriya mê ye. Her cûre kategoriyên mê malên bindestiyê ne û herkes dikare bi teserûfeke kêfî wan ji nû de hilbirîne. Dido, çanda civakî nêr e û ew nêriya girseyî, girêdayî desthilatgiriyê ye û kesên ku ji wê desthilatgirîyê bi dûr bikevin an destkeftinên wan têrî derbarên wan nekin, tenê riyek li ber wan heye, ew jî mirin e.
Bi perspektîfeke dirokî, di nav wî şerê qirêjî de Temo, weke Welatê xwe li hemberî guherînên neyînî nikare li ser piya bimîne û diya xwe dikuje. Kuştina dê, vegera nava dê ye. Ew dinya ne li gorî wî ye û yan zû yan jî dereng hatiye dinyayê, divê vegere ciyê xwe yê pêşî. Lê ew ne çareseriyek e, jiyan bi her cûre dijwariyên xwe didome û rihê Temo, tevlî rihê Nivîskar dibe û ew jiyana bikêrnehatî li Swêdê jî xwe nagihîne tu encamî. Hucreya ku Temo di girtîgehê de tê de ye, li Swêdê dibe jiyana Nivîskar. ?Temo?, ?Nivîskar? û ?Alan? heman rihin di heman bedenî de.
Dîana; gava ku navê wê ?Zîlan? e jî di heman rewşê de ye, gava ku navê wê diguhure dibe ?Zara? jî dîsa rewşa wê naguhere. Xwendevan bi navê Dîanayê gava ku raserî rewşa Dîanayê dibe di eslê xwe de raserî rewşa alegoriya netewî dibe. Ma ev ne hezar sal in ku welat bûye malê tecawiz û tacizkeran?
Nivîskarê lehengê çîrokê, navê Dîanayê diguherîne û navekî jiyana nû lê dike! Êdî Dîana dibe Lêhî. Ew Dîanaya ku doza rizgarkirina xwe bi lez û bez li Nivîskar dikir û Nivîskar jî ji bo rizgarkirina Dîanaya şêrîn, dev ji hevala xwe yan sî salî berdida û berê xwe dida welatên biyanî, tiştek ji bîra dikir. Wî kîjan Dîana bi xwe re dibir Swêdê?
Gelo Nivîskar tevlî Dîanayê diçû Swêdê an tevlî Temo dibû û di hucra wî ya girtîgehê de dima? Tiştên ku Nivîskar bi xwe re dibir jiyan an mirin bû?
Firat Cewerî bi vê romanê, tovê alegoriyeke netewî davêje nav rih û canê edebiyata kurdî.
(*) Ali Fikri Işık’ın 13/05/2011 tarihli Radikal Kitap Eki’nde yayınlanan “Lehî, hişmendiya xewnên nîvco” adlı yazısı

Kitabın Künyesi
Lehî
Firat Cewerî
Weşanên Nûdem
2011
259 rûpel

Yorum yapın

Daha fazla Kürt Edebiyatı
Osmanlı Kürdistanı-Kürdistana Osmani (Kürt Tarihi Araştırmaları 1)

Osmanlı Kürdistanı kitabı, Cumhuriyet döneminde kriminalize edilerek âdeta tarihten silinmeye çalışılan Kürdistan kavramının Osmanlı'daki kullanımı üzerine odaklanmaktadır. Bilindiği gibi, Cumhuriyet...

Kapat