Pêl bi pêl çîroka kurdî – Receb Dildar

Not: Bu yazıda Kürt öykü dünyası anlatılmaktadır. İlk yazılı öykünün yazıldığı günden bugüne Kürtlerin yaşadığı coğrafyalardaki üretimlere ve bu üretimlerin yazarlarından söz edilmektedir.

Rastî çiqas astengiyan hatibe jî niha çîroka kurdî di nav qada edebiyata cîhanê de ciyê xwe girtiye û her diçe di nav vê qadê de ciyê xwe xweş dike. Lê dîsa jî çîroka kurdî qasî helbesta kurdî ne bi siûd e. Lewra di wê dewra ku li qada edebiyata cîhanê de helbest serdest bû, helbesta kurdî jî gihîştibû asteke gelek bilind û helbestkarên kurd kapên xwe bi helbestkarên cîhanê re davêtin. Gava li Ewrûpayê Shakespeare Romeo û Julietê nivîsî, Ehmedê Xanê jî Mem û Zînê diafirand.
Lê di qonaxa ku li cîhanê li kêleka helbestê, çîrok jî wek şaxeke wêjeyê gul vedida, li pêşiya zimanê kurdî gelek asteng hebûn. Neteweyên ku li ser axa kurdan bibûn dewlet rê nedidan zimanê kurdî, ji ber wê jî di mijara çîrok û romanê de wêjeya kurdî likumî û li gorî wêjeya cîhanê hinek bi derengî ket.
Li gorî lêkolînerên wêjeya kurdî, çîroka Mem û Zîn ya Mele Mehmûdê Beyazîdî (1799-1867) wek çîroka pêşîn tê qebûl kirin. Paşê di sala 1912-yê de Fûat Temo di kovara Rojî Kurd de çîrokeke bi navê ?çîrok? (şewêş) belav kiriye. Ev ji çîroka kurdî re bûn asas û gava derfet dît, çîroka kurdî pêl bi pêl geş bû.
Di vê navberê de li bajarê Silêmaniyê hewldanên çîrokê hene, Lê em ê bitenê çîroka Kurmancî bikin mijara xwe û li ser wê hûr bibin. Ji ber wê jî meriv dikare qonaxa Kovara Hawarê (1932-1943) di çîroka kurdî de wek pêla yekem bi nav bike. Di vê pêla yekem de nivîskarên wek Nûredîn Zaza, Qedrî Can, Celadet Bedir Xan, Kamran Bedîr Xan û Osman Sebrî gelek çîrok nivîsîne.
Gava ev pêl li bin xetê xurt dibû, pêleke din jî di nav kurdên Ermenistanê de geş dibû. Nivîskarên ku bi taybetî li dora rojnameya Rêya Teze civiyabûn, li kêleka şaxên wêjeyê yên din çîrokê jî diceribandin. Di nav vê pêla ku piştî salên 1930-yî de dest pê kiribû de nivîskarên wek Erebê Şemo, Eliyê Ebdilrehman, Emerîkê Serdar, Xelîlê Çaçan, Tosinê Reşîd û Eskerê Boyik hene. Ev pêl heta roja me jî berdewam e.
Pêla herî dawîn û mezin wê di piştî salên nodî de li navêndên cûda geş bibûna. Ji van navendan yek jê Swed bû. Kurdên ku ji ber zor û zulma dîktatorên wek Kenan Evren reviyabûn li Ewrûpayê dest avêtibûn qelemê û ji bo zimanê kurdî xizmeteke hêja dikirin. Li Swedê di qada çîrokê de nivîskarên wek Hesenê Metê, Firat Cewerî, Rojen Barnas, Enwer Karahan û Helîm Yûsiv derketin pêş…
Di nav kurdên Sûriyê de jî piştî salên nodî hewldaneke xurt dest pê kir. Gelek nivîskar li dora kovaran civiyan û çîrokên xwe belav kirin. Di nav van nivîskaran de yên îro herî zêde tên naskirin ev in; Jan Dost, Fewaz Husên, Şahînê Bekirê Soreklî û Bavê Nazê. Lê ji bilî wan gelekên din jî hene.
Niha di çîroka kurdî de pêla herî xurt di nav sînorên Tirkiyê de didome. Di nav sînorên Tirkiyê de çîrok jî di nav de, wêjeya kurdî li du navendan geş dibe. Yek jê Îstenbol e ku ji berê ve bûye cî û meskenê rewşenbîrên kurd, navenda din jî Diyarbekir e ku niha wek bajar bi her awayî bûye sembola kurdan. Li Îstenbol û Diyarbekirê gelek weşanxane vebûne û çîrokên nivîskarên kurd digihînin ber destên xwendevanan. Ji ber ku niha gelek kes çîrokan dinivîsînin, ez ê li vê derê navên hemûyan nejimêrim. Bawer im çend sal paşê wê bêjinga wêjeyê dakeve qadê û yên ku li ser bêjingê bimînin wê di dîroka wêjeya kurdî de ciyê xwe bigrin.

Kaynak: 25/05/2012 tarihli Radikal Kitap Eki)

Yorum yapın

Daha fazla Kürt Edebiyatı, Makaleler
İnatçı Bir Bahar (Kürtçe ve Kütçe Edebiyat) – Derleyen: Vecdi Erbay

Kürtçe dil ve edebiyatın yaşadığı topraklarda, dil üzerindeki baskılar konusunda dönemsel olarak ortak sorunlar yaşanırken, Kürtçe?nin Kurmanca, Soranca, Zazaca gibi...

Kapat